TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ajotvanê TIR ê jiyana xwe ji dest da

Admin M
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2021 00:59

PeyamaKurd – Li navçeya Doğanşehir a bi ser bajarê Meletiyê de, TIR ekî ji kontrola ajotvan derket û ket jêrê rê. Ajotvanê bi navê Erhan Okçu (30) di qezayê de can da. Qeza li ser rêya Meletiyê-Semsûrê li devera Kelxelîlê çêbû.

Ajotvan Erhan Okçu ewilî ji aliyê tîmên îtfaiyê de, ji ciyê tê de asê mabû hat derxistin û wî birin nexweşxane ya Doğanşehirê ya dewletê. Lê Okçu li nexweşxanê can da û bo otopsiyê cenaze wî birin morgê.

Parve bike: