TR KU SO
FB X
Kurdistan

Aktirîsa Îranî bi dirûsma Kurdî ya Jin, Jiyan, Azadî pistgirî da xwepêsandanan

Admin L
Nivîskar
📅 11 mijdar 2022 17:57

PeyamaKurd – Aktirîsa navdar a Îranî Terane Elîdostî (Taraneh Alidoosti) bi wêneyê xwe yê bê dersok û bi dirûşma Kurdî ya Jin, Jiyan, Azadî piştgirî da xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn û xwepêşandanên piştî canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî destpê kirine, tevî hemû hewldanên hêzên Îranê ji bo tepeserkirinê berdewam in û îro ew xwepêşandan derbasî roja xwe ya 57an bû.

Aktirîsa navdar a Îranî Terane Elîdostî ku li ser asta cîhanê jî tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyê xwe yê bê dersok û bi pankarta bi dirûşma Kurdî ya "Jin, Jiyan, Azadî", bi 8 milyon şopînerên xwe re parve kir.

Herwiha wêneyê Terane Elîdostî heta niha ji aliyê zêdetir ji 1 milyon û 565 hezar kesan ve hatiye ecibandin.

Elîdostî bi fîlma Firoşkar (The Salesman) ku xelata Oskarê ya ji bo fîlmên biyanî wergirtibû, navdar bû.

Hêjayî gotinê ye, Elîdostî berê gotibû ew ê "bi her awayî" li Îranê bimîne; wê da zanîn ku ji bo hevxemiya bi malbatên çalakvanên ku di destêwerdana tund a hêzên ewlehiyê de can dane, ew ji kariyera xwe dûr dikeve.

Herwiha aktrîsa Îranî li ser wêneyê xwe “Nebûna te ya dawî, koça çivîkên dengbêj, ev ne dawîya serhildanê ye.” nivîsî.

Parve bike: