Kurdistan
Alava leskerî li dîwarê fabrîqê xist: 2 mirî hene
PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li ser rêya navçeya Kırıkhanê-Reyhanlıyê TIR eka leşkerî li dîwarê fabrîqa çirçirê xist û di encamê de agir bi TIR ê ket. Sedema qezayê kontrola alava leşkerî ji destê ajotvan derket.
Li ser agahdarkirina tîmên polîs, cendirme, îtfaiye û tenduristiyê, tev çûn ciyê bûyerê û îtfaiye agir vemirand. Her du kesên di nav alavê de hatin derxistin lê her dû jî can dabûn.
Lêpirsîna polîsan di derbarê qezayê de dewam dike.