Kurdistan
Alaya AKPê li minareyê hate daleqandin
PeyamaKurd - Piştî ku li mizgeftê strana bangeşeya hilbijartinê ya AKPê hat lêdan, niha jî alaya AKPê li minareya mizgefteke li bajarê Aydinê hat daleqandin.
Demek berê ji minbera mizgeftê bangeşeya AKPê hat kirin û ji bo AKPê deng hat xwestin û ji minareyê dengê muzîkê bangeşeya hilbijartinê ya AKPê hate belavkirin, niha jî alaya AKPê li minareya mizgeftekê li Aydînê hate daleqandin.
Li navçeya Aydinê ya Bozdoganê li mizgeftekê alaya AKPê hate daleqandin. Piştî ku welatîyan bertek nîşan dan al hate daxistin. Serokê şaxa AKPê ya navçeya Bozdoganê amaje kir ku haya wan ji vê bûyerê tine û bêyî ku haya wan jê hebe ew al hatîyê daxistin.
Piştî îtîrazên welatîyan alaya AKPê hat daxistin û li şûna wê alaya Tirkîyê hate hildan.