Aldar Xelîl: Armanca yekîtiya Kurdî nûnertiya hevbes e
PeyamaKurd – Rêveberê PYDê û endamê şanda danûstandinên ligel ENKSê Aldar Xelîl, li ser rêkeftina wan bi ENKSê re ragihand ku ew bi yekîtiya hêzên Kurdî yên Sûrî, armanc dikin ku nûnertiyek hevbeş a Kurdî û bi yekdengî li Cenevreyê çêbibe û li di danûstandinên ligel rejîmê û nivîsandina destûrê de nûnertiyê bike.
Aldar Xelîl daye xuyakirin ku wê nûnertiya hemû aliyan li gorî rêkeftina Duhokê ya sala 2014an be ku li gor rêkeftina Duhokê nûnertiya hevbeş a Kurdî ji sedî 40 TEV-DEM, ji sedî 40 ENKS û ji sedî 20 jî partî û aliyên din ên siyasî ne.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD û endamê şandeya Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Aldar Xelîl li ser lihevkirina nêrîna hevbeş a siyasî di navbera PYNK û ENKSê de diyar kir, her du aliyan li ser Sûriyeke demokratîk a nenavendî ku doza Kurd li gorî peyman û mîsaqên navneteweyî diparêze, li hev kirine û ev biryar di peymana Duhok û Hewlêrê de jî hebû.
Xelîl got, “Her kes opozîsyoneke dûrî DAIŞê û ne tundraw, dûrî îslama siyasî, opozîsyoneke demokratîk, ti kesî û ti pêkhateyan înkar neke û ne şovînî be, dixwaze. ”
Xelîl destnîşan kir ku ew bi rêya yekîtiya hêzên Kurdî yên Sûrî armanc dikin nûnertiyek hevbeş a Kurdî hebe, daku sibe bi yekdengî li Cenevê û hilbijartinên parlamenê de cî bigirin û beşdarî diyalogên bi rejîmê re û nivîsandina destûra nû ya Sûrî bibin.