Allavî: Gelek base ku di rêya serok Mesûd Barzanî de yekîtiya Iraqê biparêzin
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê koalisyona Wataniyye İyad Allawî tevlî forma 7em ya zankoya Silêmaniyê ya Amerîkayê bû û ji bo rojnamevanan ragihandinan kir. Allawî got:
“Hêvî heye ku Erbîl û Bexda bigihên peymanekî redîkal. Gelek başe ku di rêya serok Mesûd Barzanî de yekîtiya Iraqê biparêzin. Ya girîng ew e ku meclisa Iraqê zûtir qanûna petrol û gazê derxin û ecele bikin parvekirina serweta dewletê derxin. Bi vî awayî em ê bizanibin bê çi diqewime.
Erbîl û Bexda her dû teref yên vî welatîne, ji welatekî dinê nînin. Ji bo pirsgirêkan biqedînin ez ê mijarê bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re biaxifim.
Serok Mesûd Barzanî birayekî rêzdare, enerjiyeka wî ya mezin heye, xelk destekê didê û qeweta wî ya zêde ye. Divê em qanûna petrol û gazê zû derxin. Înşallah Xwedê herkesî biser bixe. Di muzakereyan de armanc heye û inşallah wê encam baş be.”