Almanya: Nabe bi hinceta berevaniyê êrîseke din bi ser Basûr û Rojavayê Kurdistanê were kirin
PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir, ew ne ligel tu êrîşeke nû ya Tirkiyê ya li nav axa Iraq û Sûriyê ne û her şerekî nû ji bo xelkê sivîl dibe sedema êş û janên nû.
Li gor Annalena Baerbock di civîneke çapemeniyê de da zanîn: “Nabe bi hinceta berevaniyê, êrîşeke din bi ser bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê were kirin. Her şerekî nû, ji bo xelkê sivîl dibe sedema êş û janên zêdetir, çimkî neseqamgîriya navçeyê, dibe sedema bihêzbûna rêxistinên weke DAIŞê.”
Baerbock eşkere kir: “Mafê hikûmeta Tirkiyê ye ku berevaniya xwe bike, em jî dizanin PKK li ser Tirkiyê gef e, loma PKK ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Almanyayê ve ketiye nav lîsteya terorê, ji bo her pêngaveke berevajî, divê li gor yasayên navdewletî li hember wan tevbigerin.”