Almanyayê biryara hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne da
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Almanyayê biryar da ku hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne.
Hate ragihandin ku Wezareta Berevaniya Almanyayê Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal a welatê xwe agahdar kiriye ku biryar hatiye dayîn, heta dawiya îlonê piraniya hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne.
Li gorî agahiyan hêzên Amerîkayê yên ku pergala wan a parastina asmanî li Hewlêrê hebû, heta niha hêzên navneteweyî diparastin lê belê niha Amerîkayê biryar daye ku hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne û ti pergala parastina asmanî li baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî namîne.
Ji ber vê yekê jî Wezareta Berevaniya Almanyayê jî biryar daye ku hêzên xwe vekişîne û erkê wan bi temamî were guhertin.
Li gorî biryara pesendkirî ya Parlamentoya Federal a Almanyayê, pêwîst e hêzên Almanyayê heta 31ê Kanûna 2027an li Herêma Kurdistanê bimînin.
Partiya Keskan a Almanyayê ji hikûmetê xwestiye ku berî destpêkirina bêhnvedana havînê ya parlamentoyê, siyaseteke zelal ji bo parastina Kurdan û Herêma Kurdistanê pêşkêş bike.
Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal a Almanyayê îro li ser biryara Wezareta Parastinê ya welêt a ji bo bidawîanîna erkê hêzên wan ên li Herêma Kurdistanê civiya.
Hikûmeta Almanyayê li ser çarenivîsa erkê artêşê ji Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal re ragihandiye, "Em ê Kurdan bi tenê nehêlin lê belê dê tenê erkê me yê li Herêma Kurdistanê were guhertin."
Almanyayê piştî destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê 28ê Sibatê gav bi gav hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişandin. Niha nêzîkî 30 leşker û şêwirmendên leşkerî li Hewlêrê mane.