Kurdistan
Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 17 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 17 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 2 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 3 kes li Reqayê û 3 kes li Dêrezorê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihîştiye 18613 kesan, ji wan 1890 kes baş bûne û 764 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.