Kurdistan
AMED | Ji bo saredarên nû yên HDPê lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd – Serdozgeriya Diyarbekirê ji bo bernameya ku şaredarê nû yê HDPê yê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizrakli û çend şaredarên din ên navçeyan beşdarî kiribûn, lêpirsîn da destpêkirin.
Hat ragihandin ku Serdozgeriya Diyarbekirê bi sedema ku di bernameyeke şeva borî de ku şaredarên nû yên Diyarbekirê beşdarî kirine, sirudên pesindariya PKKê hatine xwendin, sloganên bo Abdullah Ocalan hatine qêrîn û rêzgirtina bo PKKyîyan hatiye kirin, lêpirsîn daye destpêkirin.