Kurdistan
Amerîka: Divê PKK ji Singalê derkeve
PeyamaKurd - Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Joey Hood daxwaz kir, PKK û milîsên din ên çekdar ji Şingalê derkevin.
Li aliyê din Fermandarê Hêzên Êzidîxanê Qamis Şeşo jî pesnê daxwazên Amerîka ji bo derkirina PKKê ji Şingalê da û diyar kir ku ew daxwazeke girîng e ku were bicihanîn.
Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Joe Hood di çarçoveya civîneke rojnamevanî de li Washingtonê ragihand, Şingal baştirîn cih e ji bo destpêkirina rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Berpirsê Amerîkî da zanîn, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê û Tirkiye bi piştevaniya Amerîka û welatên Hevpeymaniya Navdewletî, navçeyekê wek Şingalê ji komên çekdar pak bikin û PKKê jî di nav de.