TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka li Singalê baregehekê ava dike!

Admin V
Nivîskar
📅 02 hezîran 2018 14:11

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku piştî Sûriyê, Amerîka dixwaze li Çiyayê Şingalê jî baregeheke leşkerî ava bike.

Alîkarê Qaymeqamê Şingalê Celal Xelo ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku 15 cemseyên Amerîkayê gihane Şingalê. Amerîka ji bo ku li Mîrayê baregeheke leşkerî ava bike, amadekariyên xwe dike.

Herêma Şingalê piştî bûyerên 16ê Cotmehê ketibû destê Heşdî Şebiyê ya ku ji aliyê Îranê ve tê destekkirin.

Serokomarê Tirkiyê jî PKK dikire hincet û dixwest ku operasyonekê li dijî Şingalê bike.

Ev demeke dirêj e ku herêma Şingalê di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê, PKKê û Tirkiyê de dibe sebeba gengeşiyê. Êdî baregeha Amerîkayê jî geşedaneke nû ye.

Parve bike: