Kurdistan
Amerîka navê 5 rêveberên Iraqê dixe lîsteya res a cezayan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka navê 5 rêveberên navdar ên Iraqê ji ber tohmetên wekî; têkiliya wan bi Îranê re, gendelî û binpêkirina mafên mirovan, dixe nav lîsteya cezayên Amerîkayê.
Hat diyarkirin ku dê Amerîka ji bo wan kesên xistiye nav lîsteya reş û cezayan bisepîne ku li gorî medya iraqî navê wan wiha ye:
- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî
- Serokê desteya milîsên Heşdî Şeibî Falih Feyaz
- Serokê milîsên Bedir û serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî
- Rêveberê milîsên artêşa Mehdî yê ser bi tevgera Sedr Hakim Zamlî
- Emîndarê milîsên ketibeyên Îmam Elî Şibil Zeydî