TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka pistî 3 salan car din ket nav Konseya Mafên Mirovan a NY

Admin H
Nivîskar
📅 09 sibat 2021 00:12

PeyamaKurd – Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden, piştî 3 salan di heyama Trump de Amerîka ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatibû vekişandin, ji nû ve biryara tevlîbûna Amerîkayê bo konseyê derxist.

Rayedarekî pilebilind ê wezareta derve ya Amerîkayê ji Reutersê re daye xuyakirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, wê wekî çavdêr beşdarî Konseya Mafên Mirovan a navenda wê li Cenevreyê ye bibe.

Heman çavkaniyê wekî sedema tevlîbûna konseyê jî diyar kiriye ku Amerîka konseya mafên mirovan wekî platformeke girîng dibîne û bi daketina qadê re jî wê Amerîka hewl bide potansiyel û bandora wê derxe holê.

Rêveberiya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, bi hinceta ku pêşhukmîyên konseyê li hember Îsraîlê hene û reforman nake, sala 2018an ji Konseya Mafên Mirovan a bi ser Neteweyên Yekbûyî ve vekişiyabû.

Parve bike: