Kurdistan
Amerîka: Singal di destê PKK û Hesda Seibî de ye, di vê rewsê de ti kes naxwaze vegere
PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood di salvegera 7emîn a Komkujiiya Şingalê de got, hîn Şingal di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye.
Joey Hood di çarçoveya beşdariya di vîdyokonferansekê bi boneya salvegera komkujiya Şingalê de ragihand, Şingal hîn di bin destê Heşda Şeibî û PKKê de ye û di vê rewşê de jî ti koçberek naxwaze vegere ser cih û warê xwe.
Berpirsê Amerîkî diyar kir: “Her dema hêzên ewlehiyê yên xwecihî li Şingalê hatin avakirin, Amerîka amade ye wan rahênan bikin, lê em nikarin wan hêzan pêk ava bikin û divê Hikûmeta Iraqê ya Navendî wî karî bike.”
Îro salvegera Komkujiya Êzidiyên Şengalê ye!
Parlamentoya Kurdistanê ji bo salvegera Komkujiya Şengalê peyamek belav kir