TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka û Îngîlîstan dixwazin Pêsmerge vegerine Kerkûkê!

Admin V
Nivîskar
📅 04 nîsan 2018 16:29

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yaver got ku Amerîka û Îngîlîstan dixwazin Pêşmerge vegerine Kerkûkê û herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş li ser wan hene.

Cebar Yaver civîneke çapemeniyê pêk anî û wiha got: “Rayedarên Amerîka û Îngîlîstanê bi erkdarên pêşmergeyan re hevdîtin pêk anîn û gotin ku em dixwazin rewşa herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş li ser wan hene, vergerînine rewşa berî 2014an û ji bo vê yekê jî em ê bi rayedarên Iraqê re jî têkiliyan bidin destpêkirin.

Yaver wiha dewam kir: “Em bi xwe ji bo vê yekê amade ne û divê koalîsyon bi hikûmeta Iraqê re jî biaxive.

Parve bike: