TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîkayê 250 barhilgir û bi sedan lesker derbasî Sûriyê kir

Admin S
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2019 14:59

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka bi sedan leşkerên Amerîkî û 250 barhilgirêr ku çek û pêwîstiyên leşkerî tê bûn derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku êvara Pêncşemê Hevpeymaniya Navdewletî 250 barhilgirên ku çek û pêwîstiyên leşkerî lê hatibûn barkirin derbasî balafirgeha leşkerî ya  Kobanê, Eyn Îsa, Reqa û Tiltemirê kir.

SOHRê diyar kir, bi sedan leşkerên Amerîkî jî di heyama 24 demjimêrên borî de derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûne.

Piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Amerîkayê cara yekemîn e ku bi carekê ewqas hêz bo Sûriyê tê şandin.

Herwiha Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye ku bi armanca piştgiriya hêzên wan di dema vekişandina ji Sûriyê de, dê hêzeke nû bişînin wî welatî.

Parve bike: