Amerîkayê li Reqa, Tebqa û Hesekê bi sedan servan perwerde kirin
PeyamaKurd – Amerîka di alîkariyên leşkerî yên bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê de berdewam e û herî dawî jî rêveberiya Washingtonê tevî hemû gef û nerazîbûnê Tirkiyê jî 700 şervanên Kurd perwerde kirin.
Li gorî nûçeya FarsNewsê ku dispêre çavkaniyên herêmê, di nav çend hefteyên dawî de, Amerîkayê bi sedan şervan perwerde kirin.
Heman çavkaniyan daye zanîn ku hêzên Kurd ji aliyê rahênerên leşkerî yên Amerîkayê ve ji bo bikaranîna cure cure çekan li Reqa, Tebqa û Hesekê hatine perwerdekirin.
Herwiha Amerîka di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de, hem alîkariyên lojîstîkî hem jî yên leşkerî bo hêzên Kurd berdewam dike ku tê gotin, niha li çend herêmên Sûriyê 18 baregehên leşkerî û bi qasî 2 hezar leşkerên Amerîkî hene.
Li aliyê dinTirkiyê gefa operasyonê li Rojhilatê Firatê dixwar ku digot, heger Amerîka sozên bo herêma ewle bicih neyîne, ew dê ji bo bi serê xwe wê herêmê ava bikin bikevin tevgerê.
Werger | PeyamaKurd