TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîkayê testên pêsketî yên koronayê ji Kurdistanê re sand

Admin H
Nivîskar
📅 27 gulan 2020 18:17

PeyamaKurd – Amerîkayê ji bo Iraq û herêma Kurdistanê barek amûreyên testên vîrusa koronaya nû Covid-19 şand.

Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê ragihand, “Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, parêzgahên Necef, Besra û Bexdayê 25 amûreyên testên pêşketî yên vîrusa koronayê şandin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku amûreyên tesbîtkirina Covid-19 ên hatine şandin xwedî teknolojiya pêşketî ne û digel wan jî ji bo arşîvkirina daneyên koronavîrusê 44 kompûter wekî diyarî hatine şandin.

Parve bike: