TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ammar el-Hekim sersaxiyê da serok Mesûd Barzanî

Admin M
Nivîskar
📅 05 îlon 2026 14:43

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hikmet ya Iraqê Ammar el-Hekim, bi sedema koça dawiyê ya mezinê malbata Barzanî yê bi navê Abdulwahid İbrahim Şêx Abdulselam Barzani, sersaxiyê da serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokatiya Herêma Kurdistanê.

Ammar Hekim, îro di 5ê êlûna 2026an de peyama taziyê belav kir û di peyama xwe de got:

“Ez xem û êşa mabata Barzanî, ya birayê xwe yê hêja serok Mesûd Barzanî, ya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi dil û can parvedikim. Bi sedema wefata mezinê malbatê ya merhûm Abdulwahid İbrahim Şêx Abdulselam Barzani taziyeyên xwe radigihînim.”

Amar el-Hekim, bi pêwendiyên xwe û yên ji bav û kalan ve yên bi malabta Barzanî û Kurdan re gelek kevne. Hekim di dewama taziya xwe de got:

“Xwedê wî bi rehma xwe şad bike, mekanê wî bihişt be. Di serî de ji bo malabata Barzaniyan, mirov û dostên wan û ji bo xelkê Kurdistanê metanet û sebrê dixwazim.”

Abdulwahid Barzanî, bi sedema nexweşîna xwe duhî an ku di 4ê êlûn a 2026an de koça dawiyê kiribû.

Parve bike: