TR KU SO
FB X
Kurdistan

APIKUR: Em daxuyaniya dawî ya Lijneya Wezîran silav dikin

Admin L
Nivîskar
📅 22 hezîran 2024 19:03

PeyamaKurd – Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) ragihand ku wan di civîna xwe ya dawî de pêşwaziya daxuyaniya Encumena Wezîran kiriye.

APIKUR, di nivîsa xwe ya ji hesabê xwe yê fermî X de wiha got: “Me pêşwaziya daxuyaniya derbarê rêkeftina di navbera kompaniyên petrolê û kompaniya bazirganiya petrolê ya Iraqê (SOMO) di civîna dawî ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de kiriye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku peymanên rasterast ên di navbera şîrketên petrolê û SOMO de ji bo firotina petrolê bijareya herî baş e û ev daxuyanî hatin dayîn:

"Pêwîst e lihevkirina me bi SOMO re ew be ku pareyên wan şîrketan bi dayîna pere yan jî razandina pişkên wan li ser hesabekî bankê, yan jî wergirtina pişkên kompanyayên petrolê yên Herêma Kurdistanê li Bendera Ceyhanê bê ewlekirin."

 
Parve bike: