Kurdistan
Artêsa Hefter: '16 leskerên Tirk hatine kustin'
PeyamaKurd - Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê (ANL) ku seroktiya wê General Xelîfe Hefter dike, kuştina 16 leşkerên Tirkiyê li Lîbyayê ragihand.
Fermandarê ANLê Emîd Xalid Mehcûb ji Russia Today (RT) re ragihand ku 16 leşkerên tirk hatine kuştin û gefa kuştina jimareke zêdetir leşkerên Tirkiyê li Serokomarê Tirkiyê Erdogan xwar.
Doh 22yê Sibatê jî ANLê kuştina 3 efserên dewleta Tirk ligel wergêrekî wan ê Sûrî ragihandibû.
Berdevkê Artêşa Ehmed Mismarî jî doh ji SKY NEWSê re gotibû Hikumeta Wîfaqê xwe li ser piştgiriya Qeter û Tirkiyê bi rê ve dibe û teqez kir ku ti rola vê hikumetê li welêt tune ye.
Mismarî herwiha diyar kir ku eger dewleta Tirk û çekdarên yên bi pere venekişin, ew ê ti agirbestan pêk neyînin.