TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêşa HTŞyê Qedexeya derketina derve li Helebê ragihand

Admin İ
Edîtor
📅 08 rêbendan 2026 16:03

PeyamaKurd – Artêşa Sûriyeyê ji bo taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ji saet 13:30an pê ve qedexeya derketina derve ragihand û gef xwar ku wê baregehên HSDê rasterast bike hedef.

Li dijî vê, Berpirsê YPGê Siyamend Elî rejîm tawanbar kir ku tankên xwe di nav avahiyên sivîl de bi cih kirine û sivîlan wekî "mertalên mirovî" bikar tîne. Li Helebê pevçûnên dijwar sê roj in berdewam dikin û fikarên li ser jiyana sivîlan zêde dibin.

Parve bike: