Kurdistan
Artêsa Iraqê li Neynewayê 5 terorîstên DAISê girt
PeyamaKurd – Hêzên artêşa Iraqê li Neynewayê, 5 terorîstên DAIŞê di çarçoveya tekoşîna li dijî terorê de girtin.
Şaneya Ragihandê Ewlehî ya Iraqî diyar kir, roja Duşemê hêzên artêşa Iraqî li dijî şaneyên DAIŞê operasyonek pêk anîn.
Li gorî şaneyê, ev operasyon li parêzgeha Neynewayê çêbû û 5 terorîst ji aliyê hêzên artêşê ve hatin girtin.