Kurdistan
Artêsa Sûriyê, xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê topbaran kir
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa rejîma Sûriyê xaleke çavdêriyyê ya artêşa Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê topbaran kir.
Li gor malpera Sky Newsê ku xwe dispêre çavkaniyeke xwe, îro Duşemê (17.02.2020) Artêşa rejîma Sûriyê xaleke çavdêriya Artêşa Tirkiyê (TSK) li navçeya Şêx Eqîl a li bakurê Helebê topbaran kiriye.
Heman çavkaniyê amaje bi wê jî kiriye ku artêşa Tirkiyê bi topbaranê bersiv daye artêşa Sûriyê.
Li gor zanyariyên berdest, kuştî û birîndar ji artêşa Tirkiyê hene, lê heya naha ti daxuyaniyeke fermî di vê barê de nehatiye belavkirin.