Artêsa Tirk 12 Kurdên li Biradostê hêsîr girtibû, serbest berda
PeyamaKurd- 12 ciwanên Kurd ên ku li devera Biradostê ya navçeya Soranê ji aliyê Artêşa Tirk ve hatibûn desteserkirin, îro serbest hatin berdan.
Ciwanên ku ji 15ê Nîsanê ve ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn desteserkirin, piştî pêwendiyên hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê, serbest hatin berdan û hat zanîn ku tu pirsgirêkeke wan a tenduristiyê tuneye.
Ciwanên ku li Biradostê ji bo berhevkirina gihayên biharê derketibûn geşta çiya, nêzî binkeyên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li navçeyê bûbûn û ji ber vê hincetê jî hatibûn desteserkirin.
Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw jî duh di preskonferansekê de gotibû ku ew bi rayedarên fermî re di nav pêwendiyê de ne. Umêd Xoşnav li ser mijarê gotibû, “Em tu sedemekê nabînin ku xelkên sivîl li navçeyên sînorî bibin qurbanî.”