Kurdistan
Artêsa Tirkiyê bi dijwarî derdora navçeya Til Rifatê topbaran kir: 6 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê do bi dijwarî derdora navçeya Til Rifatê, gundên Şehba, Şera û Şêrewa yên Efrînê topbaran kir û di encama êrişa li ser Til Rifatê de, 6 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, dewleta Tirk bi dijwarî derdora navçeya Til Rifatê topbaran kir û di encama topbaranê de 6 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku navê birîndaran wiha ne:
- Fehîme Reşo ya 22 salî.
- Kewser Mistefa ya 17 salî.
- Lemya Hesen ya 41 salî.
- Roxaş Reşo yê 15 salî.
- Etriyê Mihemed şûbek ya 20 salî
- Sewsen Siphî Mustafa ya 14 salî ye.
Herwiha hat eşkerekirin, 9 gundên navçeya Şehba û 5 gundên Şera hatin topbarankirin û gundê Bênê yê navçeya Şêrawa jî hat topbarankirin.
Herî dawî hat destnîşankirin, di heman demê de gundê Kawkilî yê Babê yê dagirkirî bû hedefa êrîşan.