TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkiyê derora Eyn Îsayê topbaran kir

📅 28 adar 2020 16:04

PeyamaKurd- Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva derbasbûyî gundên bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran kir.

Li gor çavkaniyên herêmî, topxaneya artêşa Tirkiyê gundê Seyda ser bi bajarokê Eyn Îsa topbaran kiriye.

Li gor heman çavkaniyan, çekdarên komên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê jî beşdarî topbarankirina navçeyê bûne. Ev topbaran piştî 3 rojan ji hêminiyê li navçeyê tê.

Roja 24ê Adarê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê tankerên sotemeniyê li nêzîk Eyn Îsa kiribûn armanc û di encamê de şer û pevçûn di navbera wan grûpên çekdar û hêzên HSDê de derketibûn.

Parve bike: