TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû ya bi navê “Eren Zivistan-26” kir

Admin L
Nivîskar
📅 23 sibat 2022 17:57

PeyamaKurd Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, artêşa wan li sînorê parêzgeha Xarpêtê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-26 kiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da zanîn, operasyona bi navê “Eren Zivistan-26” vê sibê bi beşdarbûna 870 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.

Herwiha Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 14ê Sibata 2022ê jî diyar kiribû ku li parêzgeha Colemêgê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Zivistan-25” daye destpêkirin.

Parve bike: