Kurdistan
Artêsa Tirkiyê dîsa êrîsî gundên Zirgan û Til Temirê kir: 7 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê vê sibehê dîsa êrîşî gundên Zirgan û Til Temirê kir.
Li gor Asayîşê diyar kir, di êrîşa li ser Til Temirê de 7 kes birîndar bûn.
Vê sibehê artêşa Tirk gundê Xêbiş, Tewîla, Um El-kêf ,Gozeliyê û Til Leben ên Til Temirê topbaran kir.
Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê da zanîn, di êrîşê de 7 kes birîndar bûn.
Herwiha destnîşan kir, di nava birîndaran de zarok û kesên temen mezin jî hene.
Di berdewamiyê de Asayîşê sedema êrîşan spart bêdengiya raya giştî û hêzên garantor ya li hember wê û got: “Ev êrîş wê bi tu awayî neyê qebûlkirin.”
Hat zanîn ku ne tenê êrîşî Til Temirê kirine, Zirgan jî bûye hedefa topên dewleta Tirk.