Kurdistan
Artêsa Tirkiyê Til Rifet dîsa bombebaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, vê sibehê girê Til Rifetê dîsa bombebaran kir.
Îro di saet 8an de, droneke dewleta Tirkî, girê bajarokê Til Rifetê yê girêdayî herêma Şehbayê bombebaran kir, lê encam heta niha nehatine zanîn.
Li gorî agahiyan, ev dron demekê li herêmê geriya, piştî vê artêşa Tirk, gundên Meranazê û Malikiyê yên navçeya Şerayê topbaran kirin.