TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkiyê û komên çekdar carek din gundewarên Eyn Îsayê topbaran kirin

Admin L
Nivîskar
📅 11 hezîran 2021 16:29

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, dîsa gundewarên Eyn Îsayê topbaran kirin.

Li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, beriya çend saetan gundê Mi’elek û kampa Eyn Îsayê topbaran kir û topbarana bûserûber, heta demeke dirêj domiya.

Heta niha derbarê encamê topbaranê de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di 5ê Hezîranê de jî artêşa Tirkî û komên çekdar ên ser bi wê ve, heman gundê Mie’lek, Kampa Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kiribûn. Di encama tobparana li ser malên sivîlan de, agir bi mal û erdên welatiyan ketibû.

Parve bike: