Asayîsa Hewlêrê: Rewsa bajêr aram e
PeyamaKurd - Rêveberiya Asayişa Hewlêrê ragihand ku rewşa bajêr aram e û ewlehî tam e.
Asayişê beyannameyek derbarê êrîşa terorîstî ya ser avahiya parêzgariya Hewlêrê belav kir.
Di beyannameya Asayişa Hewlêrê de hat ragihandin ku îro 23.07.2018ê demjimêr 07:12ê serê sibê sê çekdarên terorîst piştî gule berdan û birîndarkirina polîsekî ketine avahiya parêzgariya Hewlêrê.
Asayîşa Hewlêrê amaje bi şehîdbûna karmendek îdarî yê parêzgeha Hewlêrê kir û kuştina her sê terorîstan ragihand û rûniştvanên Hewlêrê jî piştrast kir ku “Rewşa ewlehiya Hewlêrê aram e û hêzên asayişê berdewam di amadebaşiyê de ne bo şikandina her core hewl û planên dijmin û terorîstan. Nêzîk emê hûrgiliyên wê êrîşê belav bikin.”
Asayişa Hewlêrê wiha dibêje: “Me zû karî hersê terorîstan bikujin û ti karmendên me yên asayişê ziyan nedîtine. Lê wan terorîstan polîsek birîndar kirne û karmendek parêzgehê şehîd kirine.”