Kurdistan
Awistralya dê masînên zirxî û alîkariyan ji Ûkraynayê re bisîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Awistralyayê Scott Morrison li ser banga rêveberiya Ûkraynayê ya şandina alîkariyên leşkerî ragihand, ew dê maşînên zirxî û alîkariyên mirovî ji bo Ûkraynayê bişînin.
Morrison got: “ Em tenê duayên xwe naşînin, em çekên xwe, muhîmatên xwe, maşînên xwe yên zirxî û alîkariyên mirovî jî dişînin Ûkraynayê.”
Serokê Ûkraynayê Zelensky di rojên derbasbûyî de bang li Awistralyayê kiribû û gotibû ku maşînên we yên baş ên zirxî û Bushmasterên we hene, ger hûn ji me re bişînin em ê minetdarê we bin.”
Li ser vê daxwazê Awistralyayê biryar da ku maşînên zirxî bi rêya hewayî bigihîne Ûkraynayê. Lê belê hejmara maşîneyên bên şandin nehat eşkere kirin.