TR KU SO
FB X
Kurdistan

Aydin Merûf: Em li wê herêmê li gel hev dijîn, çarenûsa me yek e

📅 28 îlon 2019 16:33

PeyamaKurd - Wezîrê Herêma Kurdistanê Aydin Merûf ragihand ku başbûna peywendiyên Hewlêr û Enqerê bi Tirkmenan û hemû pêkhateyên din gelek girîng e.

Aydin Merûf, beşdarî konferansa, ‘Rewşa Tirkmenan li Herêma Kurdistanê û Tirkmen’ ku ji aliyê navenda lêkolînan a ORSAMê ve li Enqerê hat lidarxistin bû. Merûf piştî konferansê, derbarê peywendiyên Kurd û Tirkmenan, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, Hewlêr-Enqerê û Enqere-Bexdayê û herwiha rewşa Tirkmenan li Herêma Kurdistanê, axivî:

 “Em li wê herêmê ji xwe li gel hev dijîn. Çarenûsa me yek e. Dîrokeke me ya xweş a hevbeş heye. Li Herêma Kurdistanê desthilatek heye û cihgirtina partiyan di wê desthilatê de girîng e. Em weke Tirkmen û weke Bereya Tirkmenî beşdarî desthilatê bûn. Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye û ev peywendî jî girîng in.”

Aydin Merûf li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî ragihand, “Başbûna peywendiyên Hewlêr-Enqere, Enqere-Bexdayê, bo me Tirkmenan girîng in. Ji bo hemû pêkhateyên etnîkî yên li herêmê dijîn girîng in. Ji ber wê yekê em her behsa aştî û diyalogê dikin. Em li gel pêkvejiyanê ne.”

Li ser pirsa, ‘Eger hûn Hewlêr û Bexdayê bidin ber hev, kîjan ji bo Tirkmenan baştir e?, wî berpirsê Tirkmenî got, “Ez vê berawirdiyê nekim baştir e. Lêbelê dixwazim vê yekê bibêjim; Kîjan grûp, dewlet, rêveberî ji bo civaka xwe tiştekî baş bike, ji xwe ew civak dê wê tiştê bîne ziman. Em niha li Hewlêrê weke Bereya Tirkmenî beşdarî hikûmetê bûne û herwiha parlamenterek me heye. Li wê derê her çiqas hinek kêşeyên biçûk hebin jî niha bo me rewş baş e.”

Parve bike: