Kurdistan
Bajarê Erzeromê bi pileya 4,9 hejiya
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Çatê bi pileya 4,9 di kûrahiya 9 km yan di bin erdê de erdhejekî çêbû û erdhej li bajarên der û dorê jî hat hîskirin. Li gor ragihandina AFAD û parêzgerê bajarê Erzeromê heya niha zerar negihaye can û malê xelkê. Erdgej bêhtir li navça herî nêzî Çatê, li Karlıovayê (Kanîreşê) hatiye hîskirin ji ber her dû navçe li ser yek xettekî tên hesibandin. Di mijarê de AFAD ê weha got:
“Li bajarê Erzeromê li navça Çatê siet di 23.30an de erdhejekî çêbû. Heya niha agahiyekî nebxêrê ji me re nehatiye. Me 2 tîmên xwe şandiye Çatê da mijarê bişopînin.”