Kurdistan
Bajarê Meletî car din hejiya
PeyamaKurd – Li gor ragihandina rasatxana Kandilliyê ya Tirkiyê îro siet di 17.19an de li bajarê Meletiyê li navça Gulumuşağı bi dereca 3.0 erdhej çêbûye.
Erdhej di bin erdê de di kûrahiya 5 km yan de çêbûye. Heya niha di babeta zerar û ziyanên mal û canî de ti tiştekî neyînî nehatiye gotin.