TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bakirhan bang li Enqereyê kir: Ji bo çareseriyê gav bavêje

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 12 sibat 2024 01:18

PeyamaKurd - Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got: “Dewletê di sed salan de tevî hemû zext, zordarî û înkarê nikariye pirsa Kurd çareser bike. Diyar e ku dewletê şaşî kiriye û divê ji bo çareseriyê gav bavêje.”

Li parêzgeha Dîlokê ya bakurê Kurdistanê bi beşdariya Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, 2yemîn Kongreya Şaxa Dîlokê ya DEM Partiyê pêk hat.

Tûncer Bakirhan di axavtina xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê (û bakurê Kurdistanê) 25-30 milyon Kurd hene û nayên tunekirin û got: "Dewletê (Tirkiye) di nav sed salên derbazbûyî de tevî hemû zext, zordarî û înkarê jî nikaribûye pirsgirêka Kurd çareser bike.”

"Bila Kurd dayika xwe bibîne û bi zimanê xwe bipeyive"

Bakirhan ji bo çareserkirina pirsa Kurd bang li desthilata Tirkiyeyê kir van nirxandinan kir:

“Kesên naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin dijminê vî welatî ne û gendeliyê dikin. Kesên ku pirsgirêka Kurd çareser nakin bi xwe dabeşkar in. Kesên pirsgirêka Kurd çareser nakin xwedî ramaneke cuda û derûnî ne ku gelan tînin hemberî hev û ew dikin dijminên hev. Em niha careke din dubare dikin, li girtîgehan grevên birçîbûnê jî hene, heval Qasim 33 salan di girtîgehê de ma, ew jî dizane. Ên li girtîgehan dibêjin, ‘ev şer êdî bes e, pereyên ku ji nan û aş û zeytûnên me diçin vî şerî, yên li gule û topan tên xerckirin bila êdî neçin.’

"Em ji bo çareseriyê bang li hişê dewletê dikin"

Bila çi bibe? Bila Kurd dayika xwe bibîne, bi zimanê xwe yê dayikê bipeyive û bila kesên bi vîndariya wan hatine hilbijartin wan bi rê ve bibin. Çima qebûl nakin, li hesabê wan nayê. Em niha ji bo siberoja vî welatî, ji bo ciwanên vî welatî, ji bo hejar û kedkarên li vî welatî, ji bo 86 milyon mirov, ji bo demokrasiyê û komara demokratîk, ji bo çareserî, hevpeyvîn, gotûbêj û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, bang li desthilatê û eger hebe li hişê dewletê dikin.”

Parve bike: