TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafireke Tirkiyê xaleke hêzên Esed bombe kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 îlon 2023 23:32

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, îro 8ê Îlonê balafireke bêmirov a Tirkiyeyê, xaleke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyê bombe kir.

Li gorî zanyariyan, xala ku hatiye bombekirin li navçeya Til Temir gundê Tewîla ye û binkeyeke hêzên Şamê hatiye bombekirin.

Çavkanîyên herêmê diyar dane xuyakirin ku di encama êrîşê de ti ziyanek çênebûye.

Parve bike: