Kurdistan
Balafirên şer li Dihokê 2 dron xistin
PeyamaKurd - Li gundên Guzar û Ziravokê yên nehiyeya Bicîlê ya navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê, îro serê sibehê derdora saet 05:00an du dron hatin xistin.
Xelkê herêmê ragihandiye ku wan di dema rûdanê de dengê balafirên şer li asman bihîstiye û kêliya teqîn û ketina parçeyên dronan bi kamerayên telefonên xwe tomar kirine.
Rêveberê nehiyeya Bicîlê Beşar Mihemed ji medya Kurdistanê re piştrast kir ku her du dron ji aliyê balafirên şer ve li asman hatine teqandin.
Mihemed got ku parçeyên dronên teqandî li nêzîkî gundên Guzar û Ziravokê ketine xwarê û ev rûdan bûye sedema tirsê, lê belê ji ber ketina bermayiyan tu zirarekî canî an jî madî negihîştiye xelkê herêmê.