Balafirên Tirk Girê Spî û Eyn Îsa bombe dikin: Sivîl hatin topbaran kirin...
PeyamaKurd – Êrîşa artêşa Tirkiyê bi balafirên şer û bombardimanên bejahî bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku doh li demjimêr 16:00 bi ferman û ragihandina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest pê kiribû îro jî berdewam dike.
Li gorî ragihandina çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê îro hewlên bi rêya bejahî ketina nav erda Rojavayê Kurdistanê ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyê ve berdewam dikin û rastî berevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk tên.
Li gorî nûçeyên dawî, bi êrîşa artêşa Tirkiyê ya bi ser karwaneke sivîlên ji Reqayê ji bo piştgiriya çalakiyên dijî êrîşê diçûn Girê Spî rastî topbaranê hatin.
Tê ragihandin ku li gorî zanyariyên destpêkê di topbaranê de 3 sivîl hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Herwiha çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê li ser berdewama êrîşên îro didin xuyakirin ku îro nîvro balafirên şer ên Tirkiyê gundewarê rojavayê Girê Spî û binkeyên HSDê li Lîwaya 93 a li bajarokê Eyn Îsayê bombebaran dikin.
Hêjayî gotinê ye, ji xeynî sivîlên ku ji Reqayê ji bo protestokirina êrîşê ber bi Girê Spî ve bi rê ketibûn û rastî êrîşê hatin, herwiha ji hêla Kobanî ve jî xelk ji bo piştevaniya xelkê Girê Spî bi bi otombîlan berê xwe dane bajarokê Girê Spî.