TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên Tirkiyê çiyayên Kurdistanê bombardiman kirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2019 18:33

PeyamaKurd - Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, çiyayê Metîna yê nav sînorê Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê li wê deverê bombebaran kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê bombardimanê de daxuyaniyek da û got ku di encama bombebaranê de 2 PKKyî hatine kuştin. 

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniya îro sêşemê de da xuyakirin, balafirên wan ên şer di çarçoveya operasyona Pence de, binke û baregehên PKKê li çiyayê Metîna li nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine û di encama bombebaranê de 2 PKKyî hatine kuştin.

Operasyonên Tirkiyê yên bi ser binkeyên PKKê de li başûrê Kurdistanê, ji 27ê Gulana 2019an ve dewam dikin.

Parve bike: