TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên Tirkiyê devera Bradost bombebaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 sibat 2022 19:27

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê îro Sêşemê baregehên PKKê yên devera Biradost a Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan balafirên şer ên Tirkiyê li demjimêr 11:45an binkeyên PKKê yên li zozanên Berbezîn û çiyayê Bolê li devera Bradostê bombebaran kirin.

Hat diyarkirin, ji ber ku beriya niha xelkê sivîl ji ber hebûna PKKê terka wan deveran daye û di vê werza Zivistanê de jî koçer neçûne wan zozanan, ti ziyanên canî yên sivîl di encama bombebaranê de çênebûne.

Parve bike: