TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyozê Gistî yê Amerîka li Hewlêrê: Armanca me parastina statuya Herêma Kurdistanê ye

Admin L
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2023 14:55

PeyamaKurd Balyozê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Irvin Hicks ragihand, parastina statuya Herêma Kurdistanê karê wan e.

Rêvebirê Ofîsa Washingtonê Rahîm Reşîdî bi Hicks re civiya û naveroka civînê eşkere kir.

Di hevdîtinê de hat destnîşankirin, azadiya raderbirînê li Kurdistanê, girîngiya mijarên mafên mirovan, nêrîn û hêviyên Amerîkayê hatin nirxandin.

Rehîm Reşîdî got, “Amerîka bi cidî hewl dide peywendiyên bazirganî bi Kurdistanê re pêş bixe û çaverê ye ku zêdetir karsaz û kompaniyên Amerîkî li Herêma Kurdistanê veberhênan bikin. Waşinton daxwaz û hêviyên xwe ji Herêma Kurdistanê heye ku bigihê vê armancê."

Reşîdî eşkere kir, “Yekgirtina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çaksazî, vekirîbûn û aramî, girêdayî ewlehiya netewî ya Amerîkayê ji bo Amerîkayê ne. Washington van pirsgirêkan paşguh nake. Amerîka û hevpeymanên wê, wê berdewam bin li ser piştevaniya siyasî, leşkerî û aborî bo Herêma Kurdistanê."

Parve bike: