Balyozê Japon: Bijî Kurdistan, bijî Serok Barzanî!
PeyamaKurd - Balyozê Japonya yê Iraqê li ser serdana xwe ya bo Serok Barzanî peyamek belav kiriye û tê de got: “Ez hêviya berdewamiyê ji bo Serok Barzanî dixwazim, wek rêvebirekî bihêz e ji bo îstiqrara Herêma Kurdistanê.”
Balyozê Japonê yê Iraqê Futoshi Matsumoto doh li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê got ku wî serdana Serok Mesûd Barzanî kiriye.
This morning I visited Kak Masoud Barzani, President of KDP to bid a farewell and had a very warm exchange of views on a long history of struggles of Kurdish people as well as deepening relations between Japan and Kurdistan. I conveyed my sincere wishes to his continued strong… pic.twitter.com/BCQljfWJMZ
Balyoz Matsumoto got: “Li gel Serok Barzanî, me behsa dîroka Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonê de kir.”
Dawiyê jî got, “Bijî Kurdsitan, bijî Serok Mesûd Barzanî.”