TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyozê Tirkiye yê Iraqê got, dê êrîs berdewam bikin

Admin L
Nivîskar
📅 17 hezîran 2020 14:46

PeyamaKurd Tirkiye 14ê Hezîranê dest bi êrîşek li ser PKK û Başûrê Kurdistanê kir. Gelek deverên Başûr tên bomberankirin û topbarankirin. Do, Wezareta Derve ya Iraqê êrîş şermezar kir. Lê Balyozê Tirkiye yê Iraqê, da zanîn ku ew ê êrîşên xwe berdewam bikin.

Balyozê Tirkiye Fatih Yıldız li Iraqê ragihand, li ser êrîşên Tirkiye ji aliye Wezareta Karûbarê Derve ya Iraqê hatiye bangkirin û di derbarê êrîşan de gotiye, ‘’ Tirkiye dê şerê li dijî PKKê berdewam bike’’

Daxuyaniyek ji aliye Wezareta Derveya Iraqê li ser bangkirina Balyozê Tirkiyê de hatiye belavkirin.

Wezareta Derve ya Iraqê bi rêya Balyozê Tirkiyê ve daxwaza rawestandina operasyonên li ser Iraqê kiriye.

Parve bike: