Balyozxana Almanya ya Erbîlê: Em ê desteka xwe ya ewlehiya Kurdistanê dewam bikin
PeyamaKurd – Balyozxana Almanya ya Erebîlê ragihand ku wê desteka Almanya ji bo Kurdistanê û Iraqê dewam bike, wê ortaxiya xwe bidomînin û destekê bidin îstîqrar û ewlehiya herêmê.
Balyozxana Almanya li Erbîlê ragihandina xwe ji bo K24ê kir û razîbûna xwe ya di derbarê yekkirina hêzên Pêşermege de ragihand ku di bin yek sîwanekî de bûne yek.
Di daxwuyaniya balyozxanê de behsa pêvajoya reforman kir û got dewama reforman gelek girînge û dê Almanya wê ortaxiya xwe ya bi Kurdistanê û Iraqê re dewam bike û pêve girêdayî bimîne.
Balyozxane got ku wê çi destekê bidin Kurdistanê niha li ser wan raveyan dikin û di vê astê de niha nikarin agahiyan bidin. Daxwuyaniya Almanya dikeve wexta ku DYA hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û hetta temamê endamên koalîsyonê dixwaze hêzên xwe vekişîne.
Lê sefaretxana Almanya ragihand ku Almanya bêhtir û firehtir di sektora ewlehiyê de tevlî mijarê dibe, di gelek sehayan de bi ortaxên xwe yên navdewletî re hevkariya xwe dewam dike.