TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyozxaneya Amerîka: Wê bê cezabûna li Sûriyê bidawî bibe

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2022 22:32

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Şamê di salvegera 11emîn a destpêkirina protestoyên dijî rejîma Esed de ku meha Adarê dest pê kiribûn, daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneya Amerîka li ser Twitterê daye xuyakirin ku meha Adarê meha hesabdayînê ye û diyar kir: “Beşar Esed bi dirêjahiya 11 salên borî, tawan li dijî gelê Sûriyê kirine û ew îşkence dane. Lê wê bêcezakirin bi dawî bibe.”

Balyozxaneyê gotiye, ew ê ronahiyê bidin ser “çawa Sûrî û civaka navdewletî berpirsiyariya van tawanan dişopînin” û bang li Sûriyan kir ku tevlî vê proseyê bibin.

Li gorî rapora meha Çileya borî ya  Tora Sûrî ya Mafên Mirovandi sala 2021an de; 1271 sivîl ku 299 jê zarok in hatine kuştin, 104 jî bûne qurbaniyên îşkenceyan, 2218 jî hatine girtin û nêzî 86 hezar kesan jî bi darê zorê hatine koçberkirin.

Herwiha di Mijdara 2021an de jî Civata Giştî ya Neteweyên Yebûyî, biryarek li ser çarenûsa kesên winda li Sûriyê derxistibû û daxwaza lêkolînê kiribû.

Parve bike: