TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyozxaneya Amerîkayê hişyariya "gefa nêzîk" da hemwelatiyên xwe: Ji otêlên Kurdistanê dûr bisekinin

Admin İ
Edîtor
📅 07 adar 2026 08:48

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, di daxuyaniyeke lezgîn de hişyarî da welatiyên xwe ku ji ber metirsiya êrîşên komên çekdar ên ser bi Îranê ve, ji otêl û cihên geştûguzarî yên li Herêma Kurdistanê dûr bisekinin.

Di hişyariyê de hat destnîşankirin ku agahiyên îstîxbaratî nîşan didin ku milîsên ser bi Îranê ve plan dikin ku wan otêl û deverên ku biyanî lê zêde ne, bikin hedefa êrîşên xwe. Ji ber vê yekê, ji welatiyên Amerîkî hat xwestin ku gaveke zû Iraqê biterikînin.

Ji ber ku geştên asmanî li piraniya balafirgehên Iraqê hatine rawestandin, Balyozxaneyê ji welatiyên xwe xwest ku ji bo derketina ji welat sînorên bejayî bi kar bînin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêyên ewle yên derketinê sînorên bi welatên Tirkiye, Urdin, Kuwêt û Erebistana Siûdî re ne.

Ev bang nîşana wê yekê ye ku metirsiya şer êdî gihîştiye asteke ku ewlehiya asmanî jî xistiye bin gumanê û derketina ji welat tenê bi rêyên bejayî mimkun e.

Ji bo wan welatiyên ku di vê demê de derfeta wan a derketinê tune ye, Balyozxaneyê şîret kir ku xwe ji bo mayîna demdirêj di nav mal an deverên ewle de amade bikin. Hat xwestin ku welatî derman, xwarin û pêdiviyên sereke kom bikin û tedbîrên herî tund ên ewlehiyê li dorûbera xwe wergirin. Ev pêşketin piştî zêdebûna aloziyên li herêmê û êrîşên dronî yên li ser binesaziyên stratejîk ên Kurdistanê tê, ku nîşan dide eniya şer ber bi herêmên sivîl û geştûguzarî ve berfireh dibe.

Parve bike: