Banga besdarbûna xurt bo merasîmên bîranîna Roboskê hat kirin
PeyamaKurd – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku navenda wê li Diyarbekirê ye, ji bo salvegera komkujiya Roboskê bang li xelkê bakurê Kurdistanê kir, beşdariyeke xurt di merasîmên bibîranîna Roboskiyê de bikin.
Di daxuyaniya nivîsîkî ya KCDê de hat gotin, “Komara dewleta Tirkiyê ji damezrandina xwe heta niha bi polîtîkayên dijminatî û pişaftinê li dijî gelê Kurd, bêhejmar komkujî jî pêk anîne.”
KCD da zanîn, “Yek ji van komkujiyan a ku em bûne şahidê wê di 2ê Kanûna 2011an de li gundê Roboskê ya Qilabana Şirnexê ye. Balafirên şer ên tirk li ser serê welatiyan bombe barandin û di encama vê bombebaranê de bedena 34 ciwanên Kurd perçe perçe kirin.”
KCDê bibîr xist ku bi daxuyaniyên Recep Tayyîp Erdogan ku wê demê serokwezîr bû li wê komkujiyê mikur hatiye û got, “Serokwezîrê wê demê di daxuyaniya ewilî de li xwe mikur hatibû ku wî fermana vê komkujiyê daye. Ev jî nîşan dide ku ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye.”
KCD diyar kir, tevî ku di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûne jî heta niha derbarê yên ku ferman dane û ev ferman bi cih anîne de tu tiştek nehatiye kirin û lêpirsîn û dosyayên hatine vekirin jî negihîştine encamekê û xistine nav dosyayên ‘kujer nediyar’.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Komkujiya Roboskiyê, ji komkujiyên ku heta niha li ser gelê me hatiye meşandin yek jê ye. Piştî komkujiya Roboskiyê êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me zêdetir bûn. Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed, Dîlok û hwd. komkujiyên bêhejmar pêk anîn. Êdî derket holê ku ev hemû pêkanînên wekî polîtîkaya dewletê pêk hatin, di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi şikandina vîna wê serî li ber sîstema dagirkerî ya heyî bitewînin, pêkanîn.”
KCDê bibîr xist, di dîrokê de tawan ji aliyê kê ve hatibin kirin jî hatine darizandin û tê gotin, “Kujer çiqasî derfetên desthilatdariyê bi kar tînin, hewl didin ji darizandinê xwe xelas bikin jî teqez ew ê li ber edalet û daraza gel hesabê sûcê mirovahiyê bidin.”
KCD ragihand, “Ne mumkun e ku komkujiya Roboskê û komkujiyên din ji hişê gelê me û gelên cîhanê derxînin û nikarin bidin ji bîr kirin. Îro daxuyaniyên lanetkirina komkujiya Roboskê yên ji çar aliyên dinyayê tên weşandin hestiyariya gelan a li hemberî vê komkujiyê nîşan dide û her wiha tê xwestin ku berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.”
KCDê di 8mîn salvegera komkujiya Roboskiyê car din sersaxî bo malbatên 34 ciwanên bi bombeyên balafirên Tirkiyê 28ê Kanûna 2011an, li ser sînorê başûr û bakurê Kurdistanê hatine kuştin xwest û bang li gelê Kurd û civaka navdewletî kir beşdariyeke xurt di merasîmên bîranînê bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, dosyeya Komkujiya Roboskiyê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji ber derengmana amadekirina belgeyan a parêzerên Kurd û aliyên siyasî hatibû redkirin û îhtimala cezakirina Tirkiyê ji holê rabûbû.